İbrahim Atmaca
07 Adar 2021•Rojanekirin: 08 Adar 2021
Li Îranê jimara kesên ku di 24 saetên dawîn da ji ber vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) mirin, 93 zêde bû û derket 60 hezar û 687an.
Li gor IRNAya ajansa nûçeyan a fermî ya Îranê, Berdevka Wezareta Tenduristiyê Sîma Sadat Lariyê daxuyanî da û diyar kir, di 24 saetên dawîn da 93 kes mirin, 8 hezar û 10 pêketiyên nû hatin tesbîtkirin û ji van 570 kes li nexweşxaneyan hatin razandin.
Lariyê daxuyand, jimara kesên ku ji ber vîrusê mirin derket 60 hezar û 687an, jimara pêketiyan jî derket milyonek û 689 hezar û 692yan.
Berdevk Lariyê destnîşan kir ku ji nexweşên Kovîd-19ê rewşa 3 hezar û 795an giran e û heta niha milyonek û 442 hezar û 198 kes jî qenc bûne.
Lariyê diyar kir li Îranê heta niha 11 milyon û 274 hezar û 630 test hatine kirin.