Rêxistina terorê YPG/PKKyê êrîşî sivîlên li Babê kir: Birîndarek
Di êrîşa bi hawinê ya ku rêxistina terorê YPG/PKKyê ji Til Rifeta ku dagir kiriye li dijî navçeya Babê ya li bakurê Sûriyeyê kir da kesek birîndar bû.
El Bab
Di êrîşa bi hawinê ya ku rêxistina terorê YPG/PKKyê ji Til Rifeta ku dagir kiriye li dijî navçeya Babê ya li bakurê Sûriyeyê kir da kesek birîndar bû.
Rêxistina terorê YPG/PKKyê ji herêma Til Rifetê ya ku dagir kiriye, êrîşî gundên Hezwan û Susyanê yên navçeya Babê kir ku gundên navborî bi Herekata Mertalê Feratê ji terorê hatibû paqijkirin.
Herêmên ku sivîl lê dijîn bi 9 guleyên hawinê hatin armanckirin û di êrîşan da sivîlek birîndar bû.
Hêzên Çekdarên Tirkiyeyê, kozikên terorîstan dan ber obusan.
YPG/PKKya ku bi Herekata Çiqlê Zeytûnê ji Efrînê hat derxistin, dagiriya xwe ya li herêma Til Rifetê didomîne.
Rêxistina terorê ya ku xwe li herêmê bi cih kiriye, gelek carî êrîşî ji vir êrîşî herêmên di kontrola Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê dike.