WASHINGTON
Hat diyarkirin ku Wezîrê Karên Derveyî John Kerry û Wezîrê Parastinê Chûck Hagel jî bi vîdeoyê beşdarî civînê bûn.
Der heqê civînê de ji Qesra Spî daxuyaniyek hat dayîn û di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Serok Obama ji bo îdiayên ku li Sûriyê çekên kîmyewî hatine bikaranîn, binirxîne koma ewlehiya neteweyî kom kir. Birêz Obama berê jî gotibû, ji bo ku em bikarîbin bêjin li Sûriyê çekên kîmyewî hatine bikaranîn divê di destê me de hin delîl hebin. Heke ev yek bê îspatkirin, wê demê Obama jî dê biryareke binecih bide. Gelek rê û rêbaz hene lê em ê baş bifikirin û li ser hemdê xwe tevbigerin."