ÎSTANBUL
Wezîrê Karên Derve Ahmet Davutoglu, Serokê Koalîsyona Neteweyî ya Sûriyê (KNS) Ahmet Jarba û şandeya li gel wî, di Qesra Çiraganê de qebûl kir.
Jarba der heqê civînê de daxuyanî da çapemeniyê û got, sedema êrîşa dawîn ya bi çekên kimyewî bê deng mayîna dinyayê ye. Heke hemî dewletan bi hev re bertek nîşanî Esed bidana, wê demê wî jî nediwêrî, vê êrîşê bike.
Jarba diyar kir ku hêzên Esed êrîş li çalakiyên aştiyane jî dikin û wiha pê de çû: "Bi top û tanqan êrîşî me dikin û welatên rojavayî jî temaşe dikin. Bi moşekên balîstîk êrîşî me kirin, dîsa dinya bê deng ma. Di dawiyê de bi çekên çekên kimyewî jî êrîşî me kirin, lê dîsa tu kesî dengê xwe dernexist. Bi rastî heke dinyayê bertek nîşan bida, Esed tu caran nediwêrî êrîşên evqas hovane bikira. Heke piştî êrîşa çekên kimyewî, hê jî dinya bê deng bimîne, baweriya me bi tu tiştê namîne."
Jarba ragihand ji bo ku sivîl bên parastin, divê herêma ji firînê re qedexe bê diyarkirin û got, Esed her roj bi balafirên şer bombeyan di ser sivîlên bêguneh de dibarîne.