29 Berfanbar 2016•Rojanekirin: 30 Berfanbar 2016
HEWLÊR
Serokê Şaredariya Mûsila bajrê Iraqê Abdussettar El Hebû diyar kir ku nîvê taxên li aliyê rojhilatê bajêr ên ji DEAŞê hatin xilaskirin bûne xirbe.
Hebû ji ofîsa xebatê ya li Hewlêrê, rewşa Mûsila ku qismekî wê ya girîng di destê DEAŞê de ya ji bo nûçegihanê AAyê nirxand.
Hebû got ku li aliyê rojhilat û rojavayê Mûsilê 183 tax hene, di operasyona ku artêşa Iraqê di 17ê kewçêrê da destpêkirin de ji van taxan tenê qismek hatin xilaskirin.
Hebû got ku wan taxên li aliyê rojhilatê Çemê Dîcleyê yên ji destê DEAŞê hatin rizgarkirin ziyaret kir û wiha axivî:
"Heta niha li aliyê rojhilatê Mûsilê 40 tax hatin rizgarkirin. Li van taxan xebatên me yên tespîtkirina xisarê dewam dikin. Tax, şer û pevçûnan de bûne xirbe. Piştî ku aliyê rojhilatê bi tevahî ji DEAŞê bê paqijkirin, wê her tiş derkeve holê."
Hebû diyar kir ku li bajêrê ku ev du salin ji hêla DEAŞê hatiye dagirkirin ji ber şer, pevçûn, êrîşên xwekujiyê û teqînên di nav kuçe û kolanan da pêk hatin gelek zirar qewimiye û wiha dewam kir: "Em wisa texmîn dikin ku bihaya zirara ku li seranserê bajêr qewimiye bi qasî 7 milyar dolarî ye. Cih û avahiyên hikûmetê hilweşiyane, piraniya pireyan û xetên av û ceyranê tep bûne. Em navçeya Şengalê mînak bidin ji sedî 70yê wê xera bûye."
Di axaftina xwe da hebû got ku beriya dagirkirina DEAŞê li bajêr 928 wesayîtên şaredariyê yên ji bo xizmetê hebûn û wan heta niha bi tenê ji wan 31 heb dîtin û wisa texmîn dikin ku DEAŞê piraniya wan di êrîşên bombeyî da bi kar aniye û wiha dewam kir: "Ji bo nû ve avakirina Mûsilê em ji şaredariyên welatên dost û cîran alîkariyê hêvî dikin. Berê em bi çend şaredariyên Tirkiyeyê ra têkildar bûn. Em wisa bawer dikin ku di avakirina nû a bajêr da wê şirketên Tirkiyeyê xwedî roleke girîng bin."