29 Berfanbar 2016•Rojanekirin: 31 Berfanbar 2016
ANKARA
DYAyê, di nav salê de gelek caran alîkariya eskerî da PYDya milê PKKya rêxistina terorê ya li Sûriyeyê. Ji vana tenê çend heb hatin tespîtkirin, di du hefteyên dawîn de jî 3 caran sewqiyat hat kirin.
DYA, di nav salê de gelek caran alîkariya eskerî gihand PYD/PKKyê. Alîkariyên ku şand radestî baregehên DYAyê yên li Hasekeya di kontrola rêxistinê de kirin. Alîkarî di ser rêya Hewlêra bajarê dikeve aliyê bakurê Iraqê re radestî baregehên hewayî yên DYAyê kirin.
Li gor agahiya ku nûçegihanên AAyê yên li Hasekê bi dest xist, sewqiyata ewil di 7ê nîsanê de şandin baregeha hewayî ya Rumeylanê. Helîkopterên DYAyê kargoyên mezin danîbûn cihê PYD/PKKyê yên Rumeylanê.
Çavkaniyên herêmî balê dikşînin ser alîkariya ku rêveberiya Washingtonê dike.
- Di 2 hefteyên dawîn da 3 sewqiyatên mezin
Nûçegihanên AAyê diyar kirin ku di 2 hefteyên dawîn da alîkariyên leşkerî zêde bûn. Firokeyên DYAyê di navbera 13 û 23yê berfanbarê da kargo danîn baregeha Rumeylanê.
Di 27ê berfanbarê da jî sewqiyata herî mezin a 2 hefteyên dawîn hat kirin.
Çaxa ku teyareyên bar ên DYAyê hatin Rumeylanê bi dehan tirên sergirtî ji Hewlêrê derketin rê, ji Deriyê Sînor ê Sîmarkayê derbas bûn û gihîjtin herêma PYD/PKKê.
Ligel qerebalixiya li rastê rayedarên DYAyê hê jî dibêjin ku alîkariya leşkerî nadin PYD/PKKê.
Balyozê Enqereyê yê DYAyê John R. Bass di hevpeyvîna ku di 23yê berfanbarê da bû da gotibû, "Em rasterast piştgiriyê nadin PYDê, sîlah û cebilxaneyê nadin wan." Çend saetan piştî daxuyaniya Bass sewqiyatê dest pê kiribû.
Rayedarên tirk jî alîkariya leşkerî ya ku DYA dide PYD/PKKê piştrast dikin.
Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu di daxuyaniya xwe da gotibû, "Hetanî vê rojê DYAyê çek daye YPGê. Noxte."
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan jî do der barê operasyona Mertalê Feratê da wiha xeberdabû: "Hêzên koalîsyonê serê ser da çi digotin, ' Li dijî DEAŞa rêxistina terorê em ê heta dawiyê piştgiriyê bidin.' Heta em dihatin sûcdarkirin ku piştgiriyê didin DEAŞê. Niha jî hemû ji meydanê wenda bûne. Di rastiyê da digel DEAŞê alîkariyê didin YPG û PYDya rêxistina terorê."
- Bargehên DYA-PYD/PKKyê yên li herêmê
DYAyê li Rumeylana li rojhilatê bakurê Hesekeyê di Cotmeha 2015an da û li Harab Işka li başûrê Kobaniyê jî di meha adarê da baregehên esmanî ava kir. Li Rumeylanê balafirên kargoyê jî dadikevin û li Harab Işkê vê gavê tenê firoke datînin.
PYD/PKK dixwaze ji Hesekeya li bakurê Sûriyeyê heta hemberî Hatayê, herêma ku li ser xeta sînor dewam dike bi dest bixe.
Tirkiye her dem hişariyê dide ku wê destûrê "korîdora terorê" were avakirin.