Fatma Esma Arslan
31 Tebax 2023•Rojanekirin: 01 Îlon 2023
Rêveberiya eskerî ya li Nîjerê di 25ê Tebaxê da ji bo welêt terk bike 48 saet wext da Sylvaîn Itteyê Balyozê Niameyê yê Fransayê û wext qediya lê ew neçû û parêzbendiya wî hat rakirin û wê bê dersînorkirin.
Wezareta Karên Derva ya Nîjerê nota ji Wezareta Karên Derva ya Fransayê ra şand û ragihand ku digel qewlê dan Itte lê wî welat neterikan û ji ber vê jî ji 28ê Tebaxê pê va ji îmtiyazên statuya dîplomat îstifade kirin û nameya ewlehiyê ya ji bo wî hatiye betalkirin.
Di notayê da hat gotin ku polêsên Nîjerê ji bo dersînorkirina Balyoz Itte telîmat hildane.
Hat gotin ku vîze û kartên dîplomatîk ên malbata Itte jî hatine betalkirin.