Ruslan Rehimov
31 Tebax 2023•Rojanekirin: 01 Îlon 2023
Komeke bi eslê xwe Ermenî ne li Libnanê bi boya û şûşeyên diteqin va êrîş birin ser Balyozxaneya Beyrûdê ya Azerbeycanê.
Wezareta Karên Derva ya Azerbeycanê daxuyan da û bertek nîşanî êrîşa li hemberî avahiya Balyozxaneya Beyrûdê hat kirin, da.
Di daxuyaniyê da hat gotin ku komeke nêzî 50 kesên bi eslê xwe Ermenî ne li Libnanê çeperên avahiya îdarî ya Balyozxaneya Beyrûdê şikênandin û şûşeyên boyax û teqemenî tê da avêtin avahiya îdarî.
Hat gotin ku di encama êrîşê da personelên balyozxaneyê birîndar nebûn û daxuyanî wiha dewam kir: "Haya teşkîlata berpirsê parastina mîsyonên dîplomatîk e ji meseleyê çêbû û heta hêzên ewlehiyê hatin koma ji kesên provakator pêk tê ji ciyê bûyerê dûr ketin. Ji Wezareta Karên Derva ya Libnanê ra bo tespîtkirin û qefaltina wan sûcdaran nota hat pêşkeşkirin û sepandina tewdîran tê kirin."
Di daxuyaniyê da hat ragihandin ku li Balyozxaneya Beyrûdê tewdîrên ewlehiyê hat zêdekirin û lêpirsîn jî dewam dike.