ERBÎL
Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqa Federal (HKIF) Nêçîrvan Barzanî îro tê Tirkiyeyê.
Li gor agahiyên ku hatin bidestxistin Barzanî dê bi heyetekê re bê Tirkiyeyê û bi Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan re hevdîtinê bike.
Hat diyarkirin ku Wezîrê Çavkaniyên Sirûştî Aştî Hewramî jî dê digel Barzanî bê Ankarayê û dibe ku di mijara anîna petrola herêmê ya ji bo Tirkiyeyê hin peyman bên îmzekirin.