LUANDA
Wezîra Çandê Roza Cruze Sîlvîa daxuyanî da ajansa nûçeyan a Angolayê û diyar kir ku ew dê li hember Îslam û hin komên bêqanûn têkoşînê bikin û wiha axivî:
"Hikûmeta me dê cardin li ser qanûna 2/04 ya der barê azadiya komên dînî bisekine. Ji bo Îslamê û îbadetên misilmanan Wezareta Mafên Mirovan û Dadê hê verastkirinek nekiriye. Heta ku daxuyaniyeke nû bê kirin mizgeft dê bên girtin."
Wezîr Sîlvîayê wiha got: "Li Angolayê 194 komên dînî yên ku destûr nayê dayîn ku îbadetên xwe bikin hene" û diyar kir ku girtina mizgeftan ji bo têkoşîna li hember komên dînî gava dawîn e.
Angola li parzemîna Başûrê Afrîkayê ye û gelheya wê 18,5 milyon e. Piraniya gelheya Angolayê xiristiyan e. Hejmara misilmanan jî qasî 90 hezarî ye.