ÎSTANBÛL
Li Lûandaya paytextê Angolayê Meleyê Mizgefta Nûrûl-Îslamê Şêx Osman Îbn Zeyd der barê nûçeyên ku di medyayê de cih girtin û dihat îdiakirin ku li Angolayê Îslam hatiye qedexekirin, daxuyanî da nûçegîhanê AAyê. Zeyd got: "Hikûmeta Angolayê ji bo girtina mizgeftan tu biryarek nedaye. Em bi Wezareta Çandê û Dîrektoriya Karên Dînî re di nav têkiliyê de ne. Wan der barê van mijaran da agahî dan me û gotin tiştekî wisa tuneye."
Zeyd der barê girtina mizgeftan de got: "Biryara girtina mizgeftekê tenê wê mizgeftê eleqedar dike, ev yek ji bo dêr û hemû mabedên din jî wisa ne.
Li Hûamboya bajarê herî mezin ê duyemînê Angolayê mizgeftek hatibû girtin. Zeyd der barê vê de jî agahî da û wiha pê de çû: "Mizgeft roja pêncşemê hat girtin. ji Wezareta Çandê rayedarekî telefonî min kir. Mizgeft roja înê ji nûve ji bo îbadetê hat vekirin."
Şêx Zubeyr Îsayê Zambiyayî ji bo ku qala Îslamê bike gelek caran tê Angolayê. Wî jî diyar kir ku li Angolayê hin mizgeftên ku wêran bûne tên çêkirin lê ew mizgeft bi fermî wek cihên îbadetê nayên nîşandan û wiha dewam kir: "Xerakirina mizgeftan rast e lê sedema vê yekê ne dijmintî ye. Ji bo îbadetê hin cih hatine eşkerekirin lê mizgeftên ku tên xerakirin li derveyê van deran in.
El-Haci Cadî yê endamê rêxistina civaka Îslamê jî nûçeyên der barê qedexekirinê de derewand û got: "Min hêca li mizgeftê nimêja xwe kir."
Angola welatekî Başûrê Afrîkayê ye. Gelheya wê 18 milyon û 500 hezar e û li gor reqamên ne fermî nêzî 90 hezarî misilman li wê derê dijîn.