DIYALA
Hat ragihandin ku li bajarê Xaneqîn û Ramadiya Iraqê êrîşên bibombe hatin kirin. Di êrîşan de 9 kes mirin û 9 kes jî birîndar bûn.
Li gor agahiya ku ji çavkaniyên ewlehiyê hat standin, li nahiyeya Cebar ya li ser bajarê Xaneqîna Diyalaya ku dikeve aliyê rojhilatê bakur erîş birine ser baregeheke ku girêdayî Rêvebiriya Herêma Kurdistana Iraqa Federal (RHKI). Di êrîşê de 4 pêşmerge hatin kuştin û 8 kes jî birîndar bûn.
Li Cubiyeya ku li ser bajarê Ramadiya Iraqê ye jî bi wesaîteke bombebarkirî erîşa xwekujiyê hat kirin.
Armanca êrîşê qereqola polêsan bû û di encamê de 3 jê çalakvanê xwekujiyê, 2 jî polês bi tevahî 5 kes hatin kuştin. Peywirdarekî ewlehiyê jî birîndar bû.
Hîn tu kesî berpirsyariya vê erîşê hilnedaye ser xwe.