WASHINGTON
Serokê DYA Barack Obama, der barê lihevkirina peymana bernameya nukleerê de got wê deriyê diplomasiyê negirin. Obama got: "Gefxwarin û xeberdanên hişk ji aliyê siyasetê ve hêsan e lê ev ji bo ewlehiya me ne tiştekî baş e."
Serok Obama li San Francîscoyê beşdarî bernameyeke reformên koçbiran bû. Obama di bernameyê de der barê lihevkirina muzakereyên nukleera Îranê ya di navbera 5 endamên damî ya Konseya Ewlehiyê ya NYê û Almanya yê de (5+1) axivî.
Obama diyar kir ku bi dost û mutefîkên xwe re peyameke ku fikarên li ser nukleera Îranê ji holê rake mohr kirin û destnîşan kir ku rêya dîplomasiyê girîng e. Obama axaftina xwe wiha domand: "Bi alîkariya sepandina kirdariyan me ev diplomasî bi ser xist. Ev 10 sal e cara pêşîn e ku me geşedana programa nukleerê yê Îranê sekinand.