Sekreterê Giştî yê NYyê Ban Kî-mûn diyar kir ku Konferansa Cenewre-2ê ya der barê Suriyê de dê 22ê çileya paşîn bê lidarxistin.
Sekreterê Giştî yê NYyê Ban daxuyaniyeke nivîskî da weşandin. Ban, di daxuyaniyê de got ku li Sûriyeyê ji roja ku pevçûnên di navbera hikûmet û muxalefetê de dest pê kir, heta niha yekem care ku Konferansa Cenewre-2ê ya der barê Suriyê de dê 22ê çileya paşîn de bê lidarxistin.
Ban, sipasîya Amerîkayê, Rûsyayê, welatên din ên endamên BMyê û Nûnerê Taybet ê Sûriyeyê yê Yekîtiya Ereban û NYê El-Ahdar el Îbrahîmî kir.
Sekreterê Giştî Ban di daxuyaniya xwe de wiha got. "Em dê bi hêviya wezîfeyê herin Cenewreyê."