Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Ban Kî-mun destnîşan kir ku ji ber rageşiya li Qudsa berê di nav metirsiyê da ye.
Ban piştî ku leşkerên Îsraîlê ketin Mescida Eqsayê û bûyer derketin, bi rêya berdevkê xwe daxuyaniya nivîskî da.
Ban diyar kir ku ji ber rageşiya li Qudsa berê di nav metirsiyê da ye û bal kişand ser azadiya dîn û wiha got: "Ev maf nayê astengkirin."
Leşkerên Îsraîlê dawiya hefteyê ketibûn Mescida Eqsayê û di hundir da bi komên misilman ra pev çûbûn û demekê nehiştibûn misilman bikevin mizgeftê.