Cinazeyê hin kesên ku di qezaya wîncê ya li Mescîda Heramê de wefat kirin piştî nimêja cinaze ya li Kebeyê hat definkirin.
Li Mescîda Heramê piştî nimêja sibê ji bo 29 kesên ku di nav wan de yên ku di qezaya wîncê de mirin jî hene nimêja cinazeyê hat kirin.
Cinazeyê Kadîr Gokmen û Erol Karaagaçli li ser milan ji Mescîda Heramê hat derxistin. Cinazeyê kesên ku di qezayê de wefat kirin bi wesayîtan rakirin Goristana Şehîdên Kebeyê.
Hat ragihandin cinazeyê heciyên ji Tirkiyeyê yên ku di qezaya wîncê de mirin jî dibe ku îro bê definkirin.