Dinya

Projeya Trêna Bilez a Herameynê wê çûyîn û hatina heciyan hêsan bike

Projeya Trêna Bilez a Herameynê wê di salê da xizmetê bide 60 milyon kesî

Haydar Şahin  | 17.07.2018 - Rojanekırın : 18.07.2018
Projeya Trêna Bilez a Herameynê wê çûyîn û hatina heciyan hêsan bike

Cidde

CÎDE 

Erebistana Siûdî ji bo çûyîn û hatina heciyên nav welêt û dervayî hêsan bibe, trafîka di navbera Mekke, Medîne û Ciddeyê da kêm bibe di Projeya Trêna Bilez a Herameynê da gihîşt asta dawîn.

Wezareta Enformasyonê ya Erebistana Siûdiyê ji bo xebetên amadehiya hecê ji nêz va teqîb bikin rojnamevanên ji welatên Misilman dawetî welêt kirin, rayedaran der barê hûrgiliyên projeyê da agahî dan rojnamevanan.

Selîm Mûhemmed Emîn Bahşê Berpirsyarê Xebitandin û Temîrata Îstasyona Bajarê Aboriyê yê Melik Ebdullah (KAEC) diyar kir ku proje li ser xetekê diçe, li ser xetê rawestgehên Mekke, Medîne, Cidde û KAECê hene û ew ê rawestgeha Balafirgeha Melik Ebdulezîz jî li xetê zêde bikin.

Bahş wiha pê da çû: "Projeya Trêna Bilez a Herameynê yek ji projeyên herî mezin ên Rojhilata Navîn e. 4 rawestgehên Trêna Bilez hene. Mekke, Medîne, Cidde û KAEC. Wekî mayîn rawestgeha Balafirgeha Navneteweyî ya Melik Ebdulezîz jî ew ê were çêkirin. Dirêjahiya xeta trênê 460 kîlometre ye. Proje ew ê di salê da xizmetê bide 60 milyon kesî."

Bahş bal kişand ser wê yekê ku proje 2 milyar dolarî digre, li rawestgeha KAECê 6, li ya Ciddeyê 8, li Mekkeyê 10 û li ya Medîneyê jî 6 platformên rêwiyan hene.

Wek, mayîn Bahş bal kişand ser mîmariya rwestgehan û wiha axivî: "Hemû rawestgeh li gor çanda me hatin dîzaynkirin. Li gor mîmariya konên li kampên me hatin dîzaynkirin. Dîzayna rawestgehan dişibe hev. Bi tenê reng cuda ne. Mekke zer, Medîne kesk, Cidde jî gewr e."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın