Dinya

Hecacan şeytan recm kir

Mislimanên hecê xwe dikin di rojên 2 û 3yan ên Eyda Qurbanê da şeytan recm kir

Haydar Şahin  | 13.08.2019 - Rojanekırın : 14.08.2019
Hecacan şeytan recm kir

Makkah

Mislimanên hecê xwe dikin di rojên 2 û 3yan ên Eyda Qurbanê da şeytan recm kirin.

Hecac roja beriya Eyda Qurbanê piştî weqfeya li Erefatê ber êvarê hatin Mizdelifeyê weqfeya xwe kirin, paşê jî derbasî Cemeratê bûn û 7 kevir avêtin cemreya Akabeyê ya wekî "şeytanê mezin" tê zanîn û hatin Kebeyê tewafa xwe kirin. Hecacên traş bûn û ji hêramê derketin jî bûn hecî.

3 milyon hecacên li erdên pîroz ên 80 hezarê wan ji Tirkiyeyê ne di rojên 2 û 3yan da şeytan recm kirin.

Hecac ji otêlan bi otobêsan tên herêma Cemeratê ji bo şeytan kevir bikin meşiyan herêma recmkirina şeytên.

Hecacan di rojên 2 û 3yan ên Eyda Qurbanê da li Mizdelîfe û Erefatê 7 kevirên piçûk kom kirin û "şeytanên piçûk, orte û mezin" recm kirin.

-Bi kontrol hildidin Cemeratê

Ji ber îzdixamên salên berê derketin ji bo qerebalixî çênebe îsal hecac bi kontrol hildan herêmê, piştî recma şetên hin hecî bi meşê hin hecî jî bi texsiyan derbasî Mescida Heramê dibin.

Hecî li vê Kebeyê tewafê dikin û di rojên dawîn ên hecê xwe da îbadetên xwe didomînin.

Hecî bi taybetî nimêjên xwe li Kebeyê dikin qerebalixî çêdibe, kesên nikarin bimeşin jî bi alîkariya wezifedaran û eqrebeyên xwe bi kursiyên bi tekir va îbadetên xwe dikin.

Hecî xêncî tewafê nimêj dikin û dia dikin.

Ji bo xatir bixwezin amadehiyan dikin

Heciyên pêşiyê hatin Mekeyê ew ê ji sibê pê va qefle qefle derbasî Medîneyê bibin.

Heciyên piştî Medîneyê hatin Mekeyê jî ew ê xatirê xwe ji Mekeyê bixwazin û herin Cîdeyê ku wegerin memleketên xwe.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın