Li gor agahiyên berdest heta vî wextî ji her derên dinyayê 854 hezar û 402 kes ji bo hecê xwe bikin çûn erdê muqedes.
Rayedarên Siudî Erebistanê amadehiyên xwe yên ji bo wextê hecê didomînin. Kesên eleqedar der barê vê mijarê de agahiyên nû diyar kirin.
Li gor daxuyaniya Midûriyeta Şaxa Pasaportê ya Wezareta Karên Hundir heya niha 814 hezar û 350 kes bi balafirê, 29 hezar û 400 kes bi rêbejê û 10 hezar û 652 kes jî bi rêderyayê hatiye welêt.
Îsal li Mekkeyê 3 hezar polêsên trafîkê yê bi 700 wesayîta xizmetê bidin û di nav wesayîtan de 300 heb jî motorsiklet hene. Roja yekşemê şundatir saetekê beriya wextên nimêjê wesayît nikarin werin nêzîkî Kebeyê. Pey 12-13ê çotmehê ketina wesaîtan ya navenda Mekkeyê dê were qedexekirin.
Hat ragihandin ku heya 14ê cotmehê 2 milyon heywanên qurbanê yê bînin erdê muqedes.