NEW YORK
Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Ban Kî-mûn di Lijneya Giştî ya NYyê de der barê rapora heyeta NYyê ya ku li ser îdiayên li Sûriyeyê çekên kîmyewî hatine bikaranîn de agahî da.
Ban eşkere kir ku li Sûriyeyê hem dijî sivîlan hem jî dijî leşkeran ji carekê zêdetir çekên kîmyewî hatine bikaranîn û heyetê jî ev tesbît kiriye. Ban got ku ev yek li gor nirxên mirovahî yên gerdûnî sûcekî eşkere ye.
Ban destnîşan kir ku kê çekên kîmyewî bi kar anîbe divê hesabê wê jî bide û wiha axivî: "Darizandina kesên çekên kîmyewî bi kar anîne wezîfeya civaka navneteweyî ye. Ji bo ku careke din tu kes van çekan kar neyne divê mesûlen van bûyeran bên darizandin."
Serokê Heyeta NYyê Prof. Ake Sellstrom diyar kir ku ji 16 îdiayan der barê 7 hebê wan de delîl dîtine û ew jî tevî raporê kirine.