AKKAR
Rojhilatê peravê Behra Spî çend roj e ku di bin bandora bahoza Alexayê de ye. Penaberên Sûriyeyî li herêmê di konan de, di nav şert û mercên dijwar de dijîn. Dergûşeke 3 mehî ya bi navê Mihemed Rad ya malbateke sûriyeyî ji ber sermayê qerisî û rih da.
Hat ragihandin ku ji ber sermayê agirê Rad bilind bû û nekaribû bêhna xwe vede, li ser vê birin nexweşxaneyê. Lê belê Rad, di rê de çû ber rehma Xwedê.
Malbata Rad a ji ber şerê navxweyî yê Sûriyeyê revî û li herêma Aqqarê ya Bakurê Libnanê bi cih bû, der barê mirina zarokê xwe de tu agahî neda. Ebû Mihemedê (55) ji xizmên malbatê got: "Bavê dergûşê ji bo xwe germ bikin ji niştecihê herêmê sobeyek xwast, pênc roj bi şun de sobeyek bi dest xist, lê ji ber nebûna mazotê nekarîbûn agir vêxin."
Ebû Mihemed, got ku gelek komele û rêxistin serlêdana wan dikin û wiha got: "Heke me li hejmara komele û rêxistinan mêzê bikira divê em ji zû ve dewlemend bibûna."
Ji aliyê din ve tê îdiakirin ku navê malbata Rad ji listeya malbatên dê alîkariya wan bê kirin a Komseriya Bilind a Neteweyên Yekbûyî hat jêbirin.
Li gor daneyên Komseriya Bilind a Neteweyên Yekbûyî, li Libnanê 842 hezar penaber ên qeydkirî hene.
Erkdarên Libnanê jî dibêjin ku hejmara penaberan ji 1 milyon û 200 hezarî zêdetir e.