HEWLÊR
Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Ban Kî-mûn piştî hevdîtinên li Bexdadê derbasî Hewlêrê bû.
Serokê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Mesûd Barzanî li ber avahiya fermî ya serokatiyê Ban pêşwazî kir.
Ban di daxuyaniya çapemeniyê ya li Bexdadê digel Serokwezîrê Iraqê Nûrî el Malîkî li darxistibû de wiha destnîşan kiribû:
"Ji bo pêşketina Iraqê em dê piştgirîdayînê bidomînin. Hilbijartin gaveke ku ji bo bi hêz kirina demokrasiyê tê avêtin e. Divê hemû bibin yek û bi teror û mezheptiyê re têbikoşin û bi hev du re tevbigerin."
Malîkî jî ji bo berxwedana navneteweyî ya ji bo Iraqê, sipasiyên xwe pêşkêşî Sekreterê Giştî yê NYî kiribû.