HEWLÊR
Pêşmergeyên Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) beriya niha li dijî komên çekdar ên ku pêşengiya wan Dewleta Îslamî ya Şam û Iraqê (DÎŞI) dike, li ser seranserê sînor xendeq kola bûn, niha jî li paralelî xendekan dest bi çêkirina sitargehan kir. Pêşmerge bi saya serê sitargehan 24 saetan çavdêriyê dikin.
DÎŞI piştî ku Mûsil, Diyala, Enbar, Selahaddîn, Tilafer û hin gundên Kirkûkê bi dest xist, bû cînarê kurdan yê nû. Sînorê herêma Kurdistanê û yê hikûmeta navendî ya Iraqê tenê 15 kîlomêtro maye. Di navbera Herêma Kurdistanê û DÎŞIyê de jî 1050 kîlomêtro sînor çêbû. Ev rewş bû sedem ku pêşmerge tevdîrên nû bibînin.
Hikûmeta HKIyê ji aliyekê ve ji bo ku xwe ji êrîşên DÎŞIyê biparêze, li ser seranserê sînor xendek kolan, ji aliyekê din ve jî ji bo ku di herêmê bi dest xistiye de bîmîne dest bi tevdîran kir. Ji ber ku qereqol dûrî sînor in, pêşmergeyan di bin xendekan de sitargeh amade kirin. 4 mêtro dirêjahî, 3 mêtro jî beraya sitargehan e.
Berdevkê Wezareta Pêşmegeyan ya HKIyê Halgurt Hîkmet daxuyanî da nûçegihanê AAyê û wiha got:
"Pêşmerge 24 saetan nobetê digrin. Me li ser sînor sitargeh çêkirin û pêşmerge dê êdî pêdiviyên xwe di van sitargehan de pêk bînin."
Hîkmet destnîşan kir, ji ber ku ew bûn cînarê DÎŞIyê di navbera wan û DÎŞIyê de pêvçûn dertên û wiha dewam kir: "Cînartiya me û DÎŞIyê bû sedem ku em tevdîrên nû bibînin. Em ê li 'cihên bipirsgirêk' bimînin. Em ji bo kontrola wan herêman û ji bo ewlehiya pêşmergeyan tevdîrê dibînin. Lewra di pêşerojê de kê jî were em ji wan deran dernakevin û heke ku hewce hebe jî em ê bi her kesî re şer bikin. Me cih û warê ku artêşa Iraqê jê derket bi zorê zeft nekir. Wan berpirsiyariya parastina gel danî, me ev berpirsiyarî hilda ser milên xwe."
Hîkmet diyar kir, cihê ku pêşmerge ketinê, kurd lê dijîn û gel ji kontrola pêşmergeyan xweş e.
Hîkmet daxuyand ku ew ji bo ewlehiyê nikarin hejmara pêşmergeyên ku li ser sînor wezîfeyê dikin bidin û wiha dewam kir:
"Ji bo ewlehiya gel me gazî hemû pêşmergeyan kir ku ew werin wezîfeyê. Nêzî mehekê ye ku piraniya pêşmergeyan malbatên xwe nedîtine. Her çend hewa germ be jî pêşmerge li ser seranserê sînor wezîfeyê dikin."