SILÊYMANÎ
Namzedê hevpar ê Kurdan Fuad Mehsûm wek Serokomarê Iraqê hat hilbijartin. Mesûm di hilbijartina ku di Parlementoya Iraqê de hat kirin raya 211 parlementeran wergirt.
Mehsûmê 76 salî endamê Polîtburoya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) ye û wek hevalê zaroktiyê yê Celal Talabanî tê zanîn. Rêya Mehsûm û Talabanî di siyasetê de jî giha hev. Mehsûm wek arîkarî herî nêz ê Talabanî tê zanîn û niha jî bû serokomarê nû yê Iraqê.
Mehsûm di sala 1938an de li Koysancaxa (Koy) Silêymaniyê hat dinê û kurdî, erebî û îngilîzî dizane. Bavê wî meleyekî navdar bû. Mehsûm perwerdeya medreseyê wergirt û li Qahîreyê li Zanîngeha Ezherê li ser xebatên îslamî û felsefeyê lîsansa bilind û doktoraya xwe temam kir.
Mehsûm di heman demê de endamê Partiya Komunîst a Iraqê ye û di sala 1964an de tevî Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ya ku Mele Mistefa Barzanî ew damezrandibû, bû. Mehsûm dema li Zanîngeha Basrayê hîndekar bû, di heman demê de berpirsiyarê PDKê yê herêmê bû. Mehsûm bi qasî du salan jî nûnertiya PDKyê ya Qahîreyê kir.
Mehsûmê namzedê serokomariyê ya kurdan di sala 1975an de derbasî Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) ya ku Celal Talabanî damezrînerê wê ye, bû. Piştî şerê Korfezê di 1992yan de bi damezrandina herêma Kurdistana xweser, bû yekemîn serokwezîrê qabîneyê. Mehsûm piştî dagirkirina DYAyê ya di sala 2003yan de tevî xebatên çêkirina destûra bingehîn a nû ya Iraqê bû. Mehsûm di sala 2004an de wek yekemîn serokê Parlementoya Iraqê hat hilbijartin. Mehsûm demekê parlamenterî jî kir. Mehsûm zewiciye û bavê 5 keçan e.