PARÎS
Li Parîsa paytextê Fransayê ji bo ku êrîşên Îsraîlê yên li ser Filistînê bên protestokirin û ji bo destek bidin Filistînê xwepêşan hat kirin. Koma cihûyên li dijî siyonîzmê ya bi navê "Netureî Karta" (Parêzkarên Bajêr) di xwepêşanê de deng veda.
Li Parîsê duh ji bo Filistînê gel meşiya û ji gelek dîn, netew, qewman mirov beşdarî meşê bûn. Di xwepêşanê de herî zêde hahamên li dijî siyonîzmê bal kişand ser xwe.
Ji 15 hezarî zêdetir xwepêşandêr li qada Denfert-Rochereauyê civiyan. Hahamên cihû jî di xwepêşanê de meşiyan û pankart vekirin. Di pankartên wan de nivîsên wek "Dewleta Îsraîlê li gor bîr û baweriyên cihûyan tevnagere", "Cihû dagirkirina Îsraîlê ya li ser Xezeyê şermezar dike", "Dûmahîka siyonîzmê aştî ye" nivîsandin.
Gelek rêxistinên civakî yên sivîl, Partiya Kominîst, Partiya Keskan, Partiya Çepgir a Radîkal, konfederasyona karkeran CGT û hin parlementerên Partiya Sosyalîst a Îqtidar beşdarî meşê bûn. Di xwepêşanê de 500 polêsî wezîfe kir.
Tevgera Netureî Kartayê di salên 1930î de li Qudsê dest bi xebatên xwe kirin. Ev kom fikra heta Mesîh neyê, dewleteke rasteqîn a cihûyan dê neyê avakirin. Ev kom car caran li dijî dewleta Îsraîlê bertekên tund dide.
Netureî Karta di zimanê aramî de tê mena "Parêzkarên Bajêr". Komê der heqê êrîşên berê yên ku Îsraîlê dibir ser Filistînê de jî danezanên şermezarkirinê weşandibûn û heta der barê êrîşa li ser Mavî Marmarayê jî nivîseke tund nivîsandibû. Ev kom wek fermî dewleta Îsraîlê nas nake û di dinyayê de nêzî 5 hezar mensûbên vê komê li der û dora Qudsê, li New York û Londrayê dijîn.