Hevserokê Giştî yê HDPyê Selahattîn Demirtaş: "Armanca wan ne ew e ku qala dîn bikin û belav bikin, dixwazin li ser gel pêkutiyê bikin. Li ser navê Xwedê, li ser navê dîn û kitêbê bandorê li ser gel çêbikin. Armanca Diyanetê ev e, ji ber vê jî em dibêjin 'em ê vê saziyê rakin'."
Demirtaş li Parîsa Fransayê di mitînga HDPyê da axivî. Demirtaş di xeberdana xwe da bal kişand ser mijara rakirina Diyanetê û wiha got: "Em li dijî dînê nînin, tenê em qebûl nakin ku dîn were emilandin. Em dixwazin perwerdeya dînî jî bidin zarokên xwe, lê em qebûl nakin ku tenê qala mezhebekê bikin."
Demirtaş diyar kir ku li Tirkiyeyê rêya avakirina demokrasiyeke rast HDP ye.
Dermirtaş di xeberdana xwe da wiha got: "Di nav êş û jana li Rojhilata Navîn, HDP ji bo gelan wekî hêvî û rêya rizgariyê bilind dibe."