Abdullah Tel
24 Adar 2018•Rojanekirin: 24 Adar 2018
NETEWEYÊN YEKBÛYÎ
Hat ragihandin, Neteweyên Yekbûyî (NY) ji bo hilbijartina serokatiyê ya ku di meha gulanê da wê li Venezuelayê bê kirin, piştgiriyê nade.
Rayedarekî NYyê ku nexwest navê xwe bide daxuyanî da ajansa Associated Pressê û got: "NY di mijara hilbijartinê da wê tu alîkariyê nede Venezuelayê."
Rayedar ji bo biryara ku NYyê der barê Venezuelayê da daye tu daxuyanî neda.
Nûnerên Serokê Dewleta Venezuelayê Nîcolas Madûro û namzedê serbixwe Henrî Falcon vê mehê çûn ziyareta NYyê û xwestin ku bila NY ji bo hilbijartina tê payîn, di 20ê Gulanê da li welêt bê kirin pisporan bişînin.
Yekîtiya Demokratîk a hêla muxalefetê jî daxuyanî dabû û ragihandibûn ku ew ji ber fikara îhtimal ku di hilbijartinê da wê dek û dolab bên kirin serî li boykotê bidin û ji NYyê jî xwestin ku bila daxwaza rêveberiya Venezuelayê bi cih neynin.
Di çalakiyên sala par ku li hemberî rêveberiya Madûro hatin kirin da ji 120î zêdetir kes mirin.
Welatiyên Venezuelaya ku ji hêla neftê va dewlemend e û niha serê wê bi qeyrana aboriyê ra di belayê da ye di mijara temînkirina xwarin, xurek û dermanan da zehmetiyê dikişînin. Li welêt pere jî di bazarê da zêde tuneye û hikûmet ji sala 2015an vir va rêjeya enflasyonê eşkere nake.
Muxalefeta li welêt jî îdia dike ku di sala 2017an da enflasyona li welêt ji sedî 2 hezar û 600 e û vê yekê diparêzin.