Abdullah Tel
24 Adar 2018•Rojanekirin: 25 Adar 2018
KAMPALA
Sekreterê Giştî yê Komîteya Xizmetên Ewlehî û Îstixbaratê ya Afrîkayê (CISSA) Shimels Semayat diyar kir ku rêxistinên terorê yên wekî DEAŞ û El-Qaîdeya ji bêîstiqrariyê li Afrîkaya Bakur îstifade dikin û li Afrîkaya Rojhilatê çalakiyan dikin.
Semayat daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku terorîstan çav berdaye welatên Rojhilatê Afrîkayê û ji xwe ra kirine hedef.
Di axaftina xwe da Semayat ragihand ku rêxistinên terorê yên bi DEAŞ û El-Qaîdeyê ra têkildar ji bêîstiqrariyê li Afrîkaya Bakur îstifade dikin û ji bo vê jî Libyaya di sala 2010î da ji ber dijberiya hikûmetê şerê navxweyî lê dest pê kiribû mînak nîşan da. Semayat got ku Libya di serî da bêîstiqrariya li welatên Afrîkaya Bakur ji bo pêşketina DEAŞ û rêxistinên terorê yên din gelekî bi kêr hat.