Ahmet Aydın
23 Adar 2018•Rojanekirin: 24 Adar 2018
EFRÎN/IDLIB
Artêşa Tirkiyeyê û Artêşa Azad a Sûriyeyê li Efrînê 3 gundên din ji terorîstan paqij kirin.
Li gorî agahiyên ku nûçegihanê AAyê yên li qadê ragihandin, Artêşa Tirkiyeyê û Artêşa Azad a Sûriyeyê di çarçoveya operasyonên ku li başûrê navenda navçeya Efrînê li dar dixin de, gundên Fafretîn, Bercke û Kebaşînê ji YPG/PKK-DEAŞê paqij kirin.
Artêşa Tirkiyeyê û Artêşa Azad ya Sûriyeyê di Operasyona Çiqlê Zeytûnê da tevî navendê li bakur, rojhilat û rojava navçeya Efrînê bi temamî hildabû.
Herêma Efrînê tevî navenda navçeyê û Reco, Bilbil, Şêx Hedîd, Cindirês, Şeran û Mabatliyê ji 6 beldeyan pêk tê.