Nihat Kavşut
20 Adar 2018•Rojanekirin: 20 Adar 2018
PARÎS
Nicolas Sarkozyê Serokomarê Fransayê yê berê ji ber îdiaya di kampanyaya hilbijartina serokomariyê ya 2007an da ji Mûammer Qedafiyê serokê Libyayê alîkariya malî girtiye di çarçoveya lêpirsîna tê meşandin da hat binçavkirin.
Li gor nûçeya rojnameya Le Mondeyê polêsên Buroya Gendeliyê ber destê sibehê Sarkozy li Parîs Nanterreyê binçav kirin.
Di nûçeyê da hat destnîşankirin Sarkozyê ji konferanseke li Dubaiyê vegeriya û wê biçûya Londraya paytextê Îngilistanê ji ber îdiaya kampanyaya hilbijartina serokomariyê ya 2007an bi pereyên ku Mûammer Qedafiyê serokê Libyayê yê wê demê şandiye meşandiye hat binçavkirin.
Der heqê Sarkozy da ji ber îdiayên navborî sala 2013yan da lêpirsîn dabûn destpêkirin.
Sala 2016an da Ziad Takieddineyê karsaz destnîşan kiribû dawiya 2006an da ji Libyayê ji bona Sarkozy 5 milyon ewro aniye. Ev gotin sala 2012an da bi gotinên Ebdullah Senûssiyê dîrektorê yekeya îstixbarat eskerî ya Libyayê yê berê hatibûn piştrastkirin.
Şukrî Xenîmê Wezîrê Neftê ya Libyayê yê berê 2012an da hatibû kuştin û li gor notên ku ji ser wî derketin pere daye Sarkozy.
Beşir Salihê ku tê destnîşankirin têkiliya di navbera Qedafî û Fransayê da çêkiriye demek berê li Johannesburga paytextê Afrîkaya Başûr di êrîşa çekdarî da birîndar bûbû û gotibû: "Qedafî gotibû ku Sarkozy fînase kiriye. Sarkozy berevajiyê îdiayê axivî. Ez ji Sarkozy bêhtir ji Qedafî bawer dikim."
Sarkozy di 2002-2004 û 2005-2007an da bûbû Wezîrê Karên Navxweyî ya Fransayê û di sala 2007an da Segolene Royalê namzedê sosyalîst derbas kiribû û wek Serokomar hatibû hilbijartin. Sarkozy di navbera 2007-2012an da Serokomarê Fransayê bû.