Haydar Şahin
11 Mijdar 2017•Rojanekirin: 12 Mijdar 2017
BEXDA
Hat ragihandin ku ew ê ji Kerkûka bajarê Iraqê pêtrolê îxracî Îranê bikin.
Li gor daxuyaniya Wezareta Pêtrolê ya Iraqê Cebar Luaybiyê Wezîrê Pêtrolê diyar kir ji bo ku di rojê da ji Kerkûkê 30 û 60 hezar warêl pêtrolê îxracî Îranê bikin pêşpeyman hat îmzekirin.
Luaybî destnîşan kir ku ev peyaman di navbera Saziya Bazarkirina Pêtrolê ya Iraqê û Îranê da li Bexdayê hat îmzekirin, çaxê xeta boriyê bê avakirin pêtrola ku tê îxrackirin ew ê zêde be.
Li gor peymana ku wezîrê Iraqê bal kişandê, ew ê pêtrolê bi kamyonan va bikişînin sînorê di navbera herdu welatan da (nêzîkî Kîrmanşaha bajarê Îranê) û Îranê pêtrolê ji başûrê Iraqê ra teslîm hilde.
Luaybî got piştî temamkirina mijarên rêveberî û teknîkî yên peymana ku li ser diaxivin ew ê peymanê îmze bikin û wiha pê da çû: "Wek hikûmet hedefa me ew e ku bi Tirkiye, Îran, Kuweyt, Erebistana Siûdî û Sûriyeyê ra projeyên stratejîk ên li ser pêtrolê rêva bibin."