Türkan Tosun
26 Sibat 2019•Rojanekirin: 27 Sibat 2019
Serokê Koalîsyona Neteweyî ya Hêzên Şoreşger û Muxalîf a Sûriyeyê (KNHŞM) Ebdurehman Mistefa daxuyand rejima Esed û piştgirên wî zextê li ser Kampa Rukbanê ya li ser sînorê Urdunê zêde dikin û dixwazin bi deh hezaran sivîl ji wir derkevin.
Daxuyaniya Mistefa li ser malpera KNHŞMyê hat belavkirin.
Mistefa behsa rewşa dawîn a Kampa Rukbanê ya li ser sînorê Urdunê kir û got bi deh hezaran sivîl li wir di nav şert û mercên nebaş da dijîn.
Mistefa got hêzên rejimê ji bo ku kampê bi dest bixin zexta xwe zêde dikin, nahêlin alîkariya mirovî bigîhîje sivîlan û wiha dewam kir: "Ev dorpêçkirin li ber çavê dinyaya bêdeng dimîne çêdibe ku wê bibe sedema komkujiyê."
Li Kampa Rukbanê 60 hezar sivîl di nav rewşeke nebaş da dijîn.
Sivîlên ji ber şer xwe spartine Urdinê li kampê ji ber hewaya sar, kêmasiya xwarin û xurek rojên zehmet derbas dikin.
Neteweyên Yekbûyî (NY) dibêje divê rewşa li kampê baş bibe, alîkariya mirovan bê kirin û heke mirov bên tahliyekirin jî di nav ewlehiyê da ew ji kampên bên derxistin.