İbrahim Atmaca
26 Sibat 2019•Rojanekirin: 27 Sibat 2019
Wezîrê Çandê yê Îsraîlê Uri Ariel bi komeke cihûyên tundraw ra avêt ser Mescida Eqsayê ya ku polêsê Îsraîlê diparêze.
Li gor daxuyaniya nivîskî ya ku ji Îdareya Weqfên Îslamî ya Qudsê hat dayîn, Arîel îro serê sibê bi komeke cihûyên tundraw ra avêt ser Mescida Eqsayê.
Di daxuyaniyê da hat gotin ku Ariel û kesên pê ra demekê di nav hewşa Eqsayê da geriyan û paşê ji herêmê derketin.
Ariel di hikûmeta koalîsyonê ya li Îsraîlê da ji Partiya Mala Cihûyan wezîr e û timî davêje ser Mescida Eqsayê.
Ariel par gelek caran avêtibû ser Eqsayê û herî dawîn di 5ê sibatê da ketibû Harema Şerîf.
Cihûyên tundraw bi polêsên Îsraîlê ra carinan danê sibê û piştî nîvro dikevin hewşa Mescida Eqsayê. Ev timî li herêmê dibe sedema rageşiyê.
Mescîda Eqsayê li Qudsa Rojhilat e û qibleya ewil a misilmanan e.
Cihû bi îdiaya ku bermahiyên Mabeda Silêman di binê Kulliyeya Mescida Eqsayê da ye, bin kulliyeyê dikolin û îdia dikin ku mafên wan jî heye ew li Herema Şerîf îbadetê bikin.