Haydar Şahin
26 Sibat 2019•Rojanekirin: 27 Sibat 2019
Îlyas Hezretiyê Parlamenterê Tehranê yê Meclisa Îranê diyar kir ku xebera Cewad Zerîfê Wezîrê Karên Derva ji ziyareta Beşar Esedê serokê rejima Sûriyeyê ya Tehranê tunebû û ev rewşeke nebaş e.
Hezretî daxuyanî da ÎRNAya ajansa xeberan a fermî ya Îranê û got, "Dema xebera Wezîrê Karên Derva yê welatekî ji mijareke ji bo polîtîkaya derva girîng e tunebe ev rewşeke zehf xirab e. Beşar Esed tê Tehranê lê xebera Wezîrê Karên Derva (Zerîf) ji vê tune. Ev zehf xirab e."
Hezretî got dema rayedarên welatên biyanî tên welêt dibê Wezîrê Karên Derva di hevdîtinan da hebe û bal kişand ku Esed bi Elî Xamaneyê serokê dînî yê Îranê û Hesen Rûhaniyê Serokomar ra hat ba hev lêbelê Zerîf di hevdîtinan da tunebû.
Hezretî got Zerîf ji ber "kêmasiya kordinasyona siyaseta derva û midaxeleya hin saziyan" lomedar bû û ji Rûhanî xwest ku bira îstifaya Wezîrê Karên Derva qebûl neke.
Hezretî got wekî mayîn sedemeke din a îstifaya Zerîf jî ew e ku "pêşnûmaya Konseya Teşxîsa Mesleheta Pergalê, Konvansiyona Têkoşîna Dijî Fînansmana Terorîzmê (CFT) û Hêza Wezifeya Çalakiya Malî (FATF) hat tesdîqkirin" û wiha axivî: "Zerîf berê jî ji ber heman sedemê îstifa kiribû. Li welatê me wezîrê karên derva kesê li serê qada siyaseta karên derva nîne."
Cewad Zerîfê Wezîrê Karên Derva li ser hesabê xwe yê medyaya civakî diyar kiribû ku îstifa kiriye.
Tê gotin ji ber ku Esedê serokê rejima Sûriyeyê bi Elî Xamaneyê serokê dînî yê Îranê û Hesen Rûhaniyê Serokomar ra hat ba hev û ew ji bo vê nehat agahdarkirin îstifa kiriye.