Önder Beyter
18 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 18 Rêbendan 2018
ÎSTANBUL
Konferansa 13emîn a Yekîtiya Parlementoyên Teşkilata Hevkariya Îslamî (YPTHÎ) ku li Tehrana paytextê Îranê hat lidarxistin bi dawî bû.
Danezana konferansê Serokê Komîsyona Ewlekariya Neteweyî û Polîtîkaya Derva ya Meclisa Îranê Alaaddîn Burucerdî xwend û wekî bawerî, hizr û rêbaz terorîzm hat şermezarkirin û bal hat kişandin ku divê hevkariya di navbera welatên Îslamê da xurtir be.
Di danezanê da herwiha kêfxweşiya ji ber şikênandina rêxistina terorê DEAŞê hat îfadekirin û daxwaz hat kirin ku li dijî teror û tundiyê têkoşîneke hevpar bê meşandin.
Di danezanê da gotinên "cudaker" ên Serokê Amerîkayê Doland Trump hatin şermezarkirin û herwisa hat destnîşankirin ku ji aliyê Amerîkayê va naskirina Qudsê wekî "paytextê Îsraîlê" sedema fikar û gumanê ye.
Di daxuyaniyê da wekî din, ji bo çareserkirina pirsgirêka Filistînê daxwaza alîkariyê hat kirin û hat ragihandin ku rewşa mirovî li Yêmen û Myanmarê di xetereyê da ye.
Ji 44 welatan nûner beşdarî Konferansa 13emîn a YPTHÎyê bûn.
Di konferansê da 17 welat di asta serokê meclisê da, 14 welat jî di asta alîkarê serokê meclisê da hatin temsilkirin û herwiha nûnerên Erebistana Siûdî, Mîrektiyên Yekbûyî yên Ereb û Behreynê tunebûn.
Prof. Dr. Mahmut Erol Kiliç di konferansê da peywira sekreteriya giştî ya yekîtiyê ku ji 2008an vir va dikir, dewrî nûnerê meclisa Senegalê Mihemed Qureyşî Niyas kir.