Elif Orhan
28 Îlon 2017•Rojanekirin: 29 Îlon 2017
RABAT
Berdevkê Hikûmeta Mexribê Mistefa Xalfî da zanîn ku referandûma Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) nas nakin û hember yekîtiya axa Iraqê rêz digirin.
Xalfî di civîna çapemeniyê ya asayî ya heftane ya ku li paxtext Rabatê li dar xist de bersiva pirsa nûçegihanê AAyê yê der barê referandûma li HKIyê de da.
Xalfî diyar kir ku polîtîkaya derve ya Mexribê li ser rêzgirtina hember yekîtiya axên welatan hatiye avakirin û wiha axivî: "Qraliyeta Mexribê dijî hemî cure tevgerê cihêwaz ê ku bihevrebûn û yekîtiya axa Iraqê tehdît dike ye. Ev helwest yek ji esasên herî kevn û girîng ên Mexribê ne. Çawa ku em naxwazin welatê me parçe bibe em dijî wê yekê ne ku axên Iraq, Sûriye û welatên din jî parçe bibin."