Haydar Şahin
28 Îlon 2017•Rojanekirin: 28 Îlon 2017
GAZÎANTEP
Li Islahiyeyê Navenda Sitarbûnê ya Berwext a 2yan a ku 25 hezar kes dikarên lê sitar bibin piştî ku penaberan barî bajarên li dorberê kirin ji bo vegerînin bajarekê konteyner hat girtin.
Li gor agahiyên ku hatin sitandin, ji bo penaberên ku ji şerê navxweyî yê li Sûriyeyê revîn û hatin Tirkiyeyê lê sitar bibin di sala 2014an da konbajar hat avakirin. Penaberên li konbajarê li Taxa Yêşîlyurtê barî bajarên din kirin û paşê jî konbajar hat girtin.
Penaberên li konbajarê ku 25 hezar kes lê diman û dirêjahiya wê 20 kîlometre bû li ser 500 hezar metreqere erdî hatibû avakirin barî bajarên konteyner ên li Edene, Osmaniye û Qehremanmaraşê kirin û li wê derê bi cî bûn.
Hat ragihandin ku ew ê piştî tedîlatê konbajarê ku hat girtin vegerînin bajarê konteyner.
Li navenda ku bi destê cendirmeyan tê parastin nexweşxaneyeke ku 20 nivîn lê hene, xwendingeha ku Koreya Başûr avakiribû û tê da 22 pol hene, qadên lîstika zarokan, mizgeft, market, qursên perwerdeya meslekan hene.