27 Îlon 2017•Rojanekirin: 27 Îlon 2017
KABUL
James Mattisê Wezîrê Parastinê yê DYAyê û Jens Stoltenbergê Sekreterê Giştî yê NATOyê hatin Kabula paytextê Efxanistanê.
Li gor daxuyaniya yekîneyên NATOyê yên li Efxanistanê Mattis û Stoltenberg li Kabulê kampa NATOyê ziyaret kirin.
Li gor agahiyan tê texmînkirin Mattis û Stoltenberg bi leşkeran ra biaxivin û nîvro jî bi Eşref Xeniyê Serokê Dewletê ra bicivin.