27 Îlon 2017•Rojanekirin: 27 Îlon 2017
ENBAR
Hat ragihandin DEAŞa rêxistina terorê kete sê herêmên Ramadiya navçeya Enbara bajarê Iraqê, di navbera milîtanan û hêzên ewlekariyê pevçûn derket.
Welîd Duleymiyê di artêşa Iraqê de Albay e ji nûçegihanê AAyê re daxuyand ku milîtanên DEAŞê şev ketin herêmên Heft Kîlo, Kevir û Mecerê. Li ser vê pevçûn derket.
Adil El Ulwaniyê ku li bajarê Enbarê polês e jî got herêma Kevirê ji destê DEAŞê hat hildan û 20 milîtan jî hatin kuştin.
Hat gotin li Heft Kîlo û Mecerê pevçûn dewam dike û ji ber vê derketina derva hat qedexekirin.
Bajarê Ramadiyê ya li ser Enbarê di sala 2015an de ji DEAŞê hatibû paqijkirin.