20 Hezîran 2016•Rojanekirin: 21 Hezîran 2016
DIYALA
Li bajarê Diyalayê yê li rojhilatê Iraqê 300 malbat vegeriyan malên xwe yên li bajarokê Uzêmê yên ku ji DAEŞê hatin rizgarkirin.
Fermandarê Operasyonên Dîcleyê Mezher Ezawî ji peyamnerê AAyê ra xeberda û diyar kir ku grûba çaremîn a malbatan vegeriyan xaniyên xwe yên li bajarokê Uzêmê û wiha dewam kir, "Emê di rojên pêş da bikin ku malbatên din jî vegerin malên xwe. Emê ciwanên di nava malbatên ku vegeriyan malên xwe çekdar bikin da ku herêma xwe biparêzin. Emê ewlekariya li vir teslîmî hêzên eşîretan bikin û hêzên ewlekariyê bişînin ciyên ku pevçûn lê hene."
Xelkê deverê Omer Xelef Cibûrî destnîşan kir ku ji ber şer û pevçûnan piraniya xaniyên deverê hilweşiyane, xelk derbeder bûye û herwisa bangî hikûmetê kir ku der heqê mijarê da bibe alîkar.
Şêx Asim Ezawî jî got ku bira pêdawîstiya xanî, ceyran û avê ya malbatên ku ji teror û pevçûnan zirar dîtine bên bicihanîn.