Komê li ber otêla ku civîna Lijneya Giştî ya SMDKê ya 13emîn lê tê kirin, çalakî li dar xist. Di destê endaman de alên bi "Nîşaneya şoreşa Sûriyeyê" hebûn û li ser navê komê danezan hat xwendin. Di danezanê de hat gotin ku Serokê SMDKê Carba serkeftî nîne. Carba di navbera SMDKê û Artêşa Azad a Sûriyeyê (AAS) de "dibe sedema bêtifaqiyê" û bi dewletên ku alîkariyê ji Sûriyeyê re dişînin re "têkiliyên baş danayne û dibe sedema qutkirina alîkariyan". Ji ber vê çendê divê Carba îstifa bike.
Endamên komê demekê li dijî Carba duruşme berz kirin û pankart vekirin. Kom pişt re belav bû.