Berdevkê Waliyê Yobeyê Îbrahîm Gaîdam Abdullahî Bogo daxuyanî da nûçegihanê AAyê. Bogo diyar kir ku kesên çekdar duh bêriya nimêja sibê êrîşî misilimanên ku di mizgeftê de bûn kirin. Bogo daxuyand ku ji bo kesên êrîşkar bên dîtin li herêmê xebatên lêgerînê dest pê kiriye. Bogo wiha dewam kir: "Em cardin bangî wan kesên li dû bûyeran dikin ku bila dev ji van kuştinan berdin. Ji têra xwe xwîna bêsûcan rijiya."
Welatiyan diyar kir ku milîtanan zirar dane mizgeftê û gelek avahî jî şewitandine.
Cotkarê bi navê Haruna Mistefa ji nûçegihanê AAyê re wiha got: "Ji ber ku em li dijî îdeolojiya terorîstan in, wan ev êrîş kir."
Li Yobe, Borno û Adamadavayê, ji gulana 2013an vir ve rewşa deresayî heye. Milîtanên Boko Hamayê hin caran li Yobeyê êrîşan dikin. Îsal êrîşî dibistanekê kirin û ji 40î zêdetir xwendekar di xewê de mirin.
Di nav 3 mehên dawîn de di êrîşên rêxistinê de hezar kesan zêdetir mirov mirin.