HELEB
Balafirên artêşa Sûriyeyê li Helebê bombe li ser herêmên di destê muxalifan de barandin. Li herêma Şîarê bombeya vakumê avêtin cihê bazarê û di encamê de 20 kes mirin.
Ekîbên parastina sivîl agahî dan nûçegihanê AAyê û diyar kirin ku di nav miriyanda zar û jin jî hene û bi dehan kes jî birîndar bûn.
Di êrîşê de gelek xanî hilweşiyan, di hin malan de jî zirar çêbû û di 30 dikanî de jî şewat çêbû. Di êrîşa bi bombeya vakumê de gelek erebe şewitîn. Ekîbên parastina sivîl li herêmê aliyekî ve ji bin enqaza avahiyan mirî û birîndaran derdixin ji aliyê din ve jî ji bo êrîşeke din hişyariyê didin welatiyan ku ji herêmê derkevin.
Ekîbên agirkujiyê mudaxeleyî dikanên ku dişewitin kirin û vemirandin, birîndar rakirin nexweşxaneyên sehrayê. Welatiyên ku li herêma Şîarê dijîn piştî êrîşa hêzên Esed dest bi terikandina herêmê kirin.
Cesedên kesên ku di êrîşê de mirin bi komî danîn cihekî û malbatên wan hatin li ber serê van lorandin.
Welatiyên ku li herêmê dijîn li dijî êrîşê helwest nîşan dan û ji bo bûyerê gotin ev qetlîam e. Welatiyan diyar kirin ku kesên ku êrîşê de mirin kesen çekdar nînin û bi tevahî welatiyên sivîl in.