Cihgirserokê Koma AK Partiyê Nurettîn Canîklî ji nûçegihanê AAyê re diyar kir ku Hevdîtina Giştî betal nekirine, paşda avêtine û wiha got: "Em ê der barê mijarê de pêşiyê serokên giştî yên partiyan agahdar bikin. Wezîrê me yê Karên Derve dê hevdînan bike. Hevdîtina Giştî di rojên pêşiya me de dê bê kirin lê belê roja wê eşkere nîne. Li gor bûyeran dê bê nirxandin."
Canîklî destnîşan kir ku xebatên Lijneya Giştî ya Meclisê dê dewam bikin û lihevrûniştinên li ser 'Pakêta Dadê ya Nû' jî dewam dikin.