Türkan Tosun
24 Adar 2020•Rojanekirin: 25 Adar 2020
Li gor daxuyaniya Zanîngeha Tenduristiyê ya Xoresana Bakur a Îranê li eyaleta Xoresana Bakur heta niha di 189 kesan da vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) hat tespîtkirin.
Di daxuyaniyê da hat gotin ji van nexweşan 19 kes mirine ku di nav wan da zarokekî 6 salî jî heye.
Hat gotin 99 kesên tedawî bûn jî ji nexweşxaneyê derketin.
- Nexweşê herî biçûk 3 salî ye
Her çiqas bê gotin vîrusa koronayê nagihêje zarokan jî, doxtor hişyariyê didin û dibêjin ev nexweşî dikare bigihêje zarokan jî. Doxtor dibêjin ev nexweşî dikare zarok û ciwanên pergala wan a parastinê ne xurt e bikuje jî.
Wezareta Tenduristiyê ya Îranê daxuyandibû nîvendiya temenê kesên ji ber vê nexweşiyê dimirin 67, nîvendiya temenê kesên bi vê nexweşiyê dikevin jî 54 e û diyar kiribû nexweşê herî biçûk jî zarokekî 3 salî yê ku nexweşiya losemiyê jî bi wî ra heye.
Li Îranê 8 hezar û 376 kes baş bûn û ji nexweşxaneyan derketin.
Piştî Çîn û Îtalyayê herî zêde mirov li Îranê ji ber vê nexweşiyê dimirin. Cara ewil di 19ê Sibatê da li bajarê Qumê ev nexweşî hatibû tespîtkirin û paşê belavî hemû eyaletan bûbû.
Şewb gihîştiye 23 hezarî zêdetir mirovan, 1812 kes jî ji ber wê mirin.