İbrahim Atmaca,Önder Beyter
24 Adar 2020•Rojanekirin: 25 Adar 2020
Li Îngiltereyê rojnameyan qedexeya derketina derva ya ji bo pêşîlêgirtina şewba vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) bi manşetên "Dawiya azadiyê" û "Tecrîd"ê va ragihand.
Di manşetên rojnameyên Îngiliz da tevdîrên ku Serokwezîr Borîs Johnson ragihandin, cih girtin. Johnson derketina derva sînordar kir, ji bilî market û dermanxaneyan hemû dezgehên bazirganî girtin.
The Daily Telegraphê di binê sernava "Dawiya azadiyê" da got ku ji bilî ferdên malê hat qedexekirin ku 2yan zêdetir meriv bicivin, heke bicivin jî cezayê li wan were birîn, dezgehên ku berhemên lazim dikin nefroşin, wê werin girtin. Di nûçeyê da bal hat kişandin ku zanyar dibêjin heke şewb bi vî hawî zû bela bibe, dibe ku nexweşxane têk herin.
Rojnameya The Guardianê bi manşeta "Serokwezîr: Di malê da bimînin, ev rewşeke acil a neteweyî ye" derket. Di nûçeyê da Johnson hat sûcdarkirin ku peyamên tevlihev dide û nabêje bê ka gel wê çi bike. Li gor nûçeyê Serokwezîr gel sînordar kir, rayeyên nû da polêsan û hikûmetê jî polîtîkaya xwe guherand.
Di nûçeya The Daily Mail ya bi manşeta "Tecrîd"ê da hat balkişandin ku jiyana rojane hat sînordarkirin. Di nûçeyê da hat balkişandin ku heta pêwîst nebe, derketina gerê hat qedexekirin, ziyareta heval û eqrebayan ne pêkan e, ji bo werzişê derketina derva bi tenê ji bo carekê îzin heye, ji bo kesên ku rêgezan binpê bikin ceza heye û herwiha tedbîr dê sê hefte dewam bikin.
Rojnameya The Timesê jî di nûçeya xwe ya bi sernavê "Divê hûn li malê bimînin" da hat destnîşankirin ku Johnson rewşa bilez a neteweyî ragihand û biryara tecridê da.
Piştî ku hejmara miriyan zêde bû û herwiha roja yekşemê jî gelek kes derketin derva, Johnson daxuyanî da û ew hişyarî anî ziman, dibe ku tedbîrên tund cîbicî bikin.
Di çarçoveya biryarên ku duh êvarê hatin wergirtin da derketina derva ji bo gel hat sînordarkirin, market û dermanfiroş ne tê da ji bo hemû kargehên bazirganî biryara girtinê hatibû dayîn.
Li Îngiltereyê hejmara kesên ku ji ber Kovîd-19ê mirin, duh 54 lê zêde bûbû û bi tevahî derketibû 335an.