ANKARA
Xebatkarên AAyê, endamên Sendîkaya Medya-Îş û Hak Îşê di 105emîn salvegera Azadiya Çapameniyê de li dijî Sendikaya Rojnamevanên Tirkiyeyê (SRT) çalakî li dar xistin.
Li Kizilayê li ber kargeha Gamayê civiyan û bi dirûşme û pankartan alî kolana Yukselê ve meşiyan. Xwepêşandêran bi sloganên 'SRT destê xwe ji nanê me vekişîne, SRT biteqize here, dijminê kedê Ercan Îpekçî û hwd.' meşiyan û li ber şaxa SRTyê ya Ankarayê kom bûn û daxuyanî dan çapemeniyê.
Serokê Giştî Gursel Eser li ser navê Lijneya Rêveberiya Sendîqaya Xebatkarên Medyayê daxuyanî da çapemeniyê û got ku mixabin di 105emîn Salvegera Çapemeniyê de rakirina sansûrê yanî cejna çapemeniyê bi awayekî xemgîn pîroz dikin. Sedema xemgîniya xwe jî wiha anî ziman: ''SRT derdikeve qada û qala ked, hiqûq û mafên xebatkarên çapemeniyê dike û ji aliyê din ve jî mafên xebatkarên AAyê îpotek dike û ji aliyekî ve jî qala azadiya çapemeniyê dike.''
Eser di daxuyaniyê de diyar kir ku SRTê di xebatên xwe ji jidil tev nagere. Hemû xebatkarên AAyê jî bi vê rewşê zanin û wiha pê de çû: ''Ji 600 xebatkarên AAyê bi tenê 20 kes endamê SRTyê ne. SRTyê hetanî îro ji ber ku rêveberiya sendîqayê baş nemeşand endamên wê kêm bûn. Lê sendîqa vê rastiyê qebûl nakê û Peymana Komî ya li AAyê paş ve dixe, bi vî awayî dixwaze ji xebatkaran tola xwe hilîne. Ji ber vê tevgerê em SRTyê şermezar dikin.
Eser der barê serokê SRTyê Ercan Îpekçî de jî got ku dema Îpekçî ji AAyê teqawît bû nêzî 830 hezarî tezmînat wergirt, niha 600 kes li benda peymanê ne lê Îpekçî qet şerm û fedî nake û keda xebatkaran bin pê dike. Xebatkarên ku li Ajansa Anadoluyê dixebitin dema ku teqawît bibin, nikarin nîvê tezmînata ku Îpekçî wergirtiye jî bistînin.
Di dawiya daxuyaniyê de neberpirsyariya SRTyê hat şermezar kirin, endamên Sendîkaya Medya-Îş û Hak Îşê bangî SRTyê kirin ku ji xeletiya xwe vegere.
Piştî daxuyaniyê xwepêşandêrên kedkar belav bûn.
.