Hasan Esen
17 Hezîran 2022•Rojanekirin: 18 Hezîran 2022
Wezîra Karên Navxweyî ya Îngiltereyê Priti Patalê ew biryar îmze kir ku avakarê WikiLeaksê Julian Assange bo Amerîkayê were radestkirin ku belgeyên der heqê sûcên li Iraq û Efxanistanê da weşandibûn.
Di daxuyaniya Wezareta Karên Navxweyî da wiha hat gotin, "Piştî nirxandina dadgeha cezayê sulhê û nirxandina dadgeha bilind, di 17ê Hezîranê da biryar hat sitandin ku birêz Julian Assange bo Amerîkayê were radestkirin."
Di daxuyaniyê da hat diyarkirin, ji bo îtirazê 14 roj maweya Assange heye.