Seval Ocak Adıyaman
17 Hezîran 2022•Rojanekirin: 19 Hezîran 2022
Di Rapora Mafên Mirovên Hatine Tehndan û Xeniqîne ku Saziya Kontrolkirinê ya Raya Giştî ya li ser Behra Egeyê weşand da hat gotin ku ji bo ewlehî û berjewendiyên welatên pêşketî mijara sereke koçberî ye.
Di raporê da hat gotin ku kesên ji ciyê lê hatine dinyê razî nînin û dixwazin ji bo pêşerojeke çêtir û baştir berê xwe bidin welatên pêşketî rastî miameleyên tund û tehndanê tên.
Hat gotin ku li hemberî koçberên di behran da paşve tên tehndan û bi talûkeya xeniqînê ra rû bi rû dimînin xwekerkirin dewam dike û hemû mafên mirovan û hiqûqa îlticayê jî paşve diçe. Di raporê da mijareke ku bal kişandin serê jî miameleye li hemberî welatiyên koçber ên Sûriye, Efxanistan û welatên herêmê tên kirin li hemberî koçberên Ukraynayê neyê kirin.
Binbêkirinên ku Yewnanistan li hemberî koçberên bêdestûr dike rewacê jî di raporê da cî girt û ji ber miameleyên Yewnanistanê gelek penaber ji canê xwe bûn. Hat bibîrxistin ku ev welat bi paşve tehndanê va sala par 53 û îsal jî ji 31ê Meha Gulanê vir va bû sedema mirina 33 penaberan ku gi Çemê Merîçê da xeniqîn.
Di raporê da hat balkişandin ku dehfdana koçberan ne ji polîtîkayên dewletan azad e û lewma jî ji bûyerên takekes zêdetir, ev yek di çarçoveya emir û komûtayê da pêk tê. Her wisa hat diyar kirin, hat tesbîtkirin ku di 50 dehfdanên Yewnanistanê yên dijî koçber û penaberan da 18 binpêkirinên mafan hatin kirin.
Hat diyarkirin, armanca vê rapora taybet a ku ji hêla Saziya Raçavkirina Dewletê hat amadekirin ew e ku dengê koçber û penaberên mexdûr ên ku mafên wan tên binpêkirin, ji bo wijdana hevpar a mirovahiyê were ragihandin.
Di raporê da ji bo Yekîtiya Ewropayê, Yewnanistan, Komîseriya Bilind a Penaberan a NYyê û Tirkiyeyê jî pêşniyaz hatin kirin.
Ji bo YEyê ew yek hat pêşniyazkirin ku di hemû biryar û kontrolkirina sînoran da yên der heqê koç û koçberan da mafên mirovan û hiqûqa parastinê ya navneteweyî wekî bingeh were qebûlkirin.
Hinek pêşniyazên ji bo Yewnanistanê wiha hatin rêzkirin:
"Dehfdan û bipaşdaşandinên sîstematîk ên ji beja û deryayê divê bên terikandin. Li hemberî koçberan divê li gorî rêzdariya însanî miemele were kirin. Sepanên xeternak ên wekî teqandina beleman, derxistina kincan û girêdana destan, di sermayê da bipaşdaşandin, emilandina çekên bigule divê bên terikandin. Divê polîtîkaya redkirina dehfdanê bê terikandin û divê îdia bi awayekî serbixwe û bêalî bên lêpirsînkirin."
Her wisa ji bo Tirkiyeyê jî ew pêşniyaz hat kirin ku xebata damezirandina komîsyoneke navneteweyî bike da ku li ser rûdanên dehfdanê lêkolînê bike.