Abdullah Tel,Önder Beyter
09 Berfanbar 2015•Rojanekirin: 10 Berfanbar 2015
LONDON - BIGRAFÎK
Zêrevenê Çekan ê Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî û Lêkolînerê Mafên Mirovan û Bazirganiya Ewlehiyê Patric Wilcken diyar kir ku piraniya çekên di destê DAEŞê de ne malên ûris û dewletên Sovyeta berê ne.
Wilcken ku ji nivîskarên rapora bi sernava "Kirîna Stokê: Çekdarîbûna DAEŞê" ya Rêxistina Efûyê weşand yek e ji nûçegihanê AAyê re qala cebilxaneya di destê DAEŞê de ye kir.
Zêrevenê Çekan ê Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî Wîlcken destnîşan kir ku DAEŞ bi taybetî di salên 2013 û 2014yan de li Iraqê xwe bi cih kir û li herêmên ku bi ser ket jî cebilxane û çekên artêşa Iraqê talan kir û bi vê rêyê bû xwediyê piraniya cebilxaneya ku niha di dest de ye.
- Çek kevnin
Wilcken got ku çekên DAEŞ niha bi kar tîne û destê wan de ne piraniya wan malên DYA û Rûsya, welatên NATOyê, Çîn û Îranê ne û sedema vê yekê jî "transferkirina çekan a bêberpirsyarî" ku li Iraqê tê meşandin nîşan da û wiha dewam kir: "Dema ku meriv li çekên di destê rêxistinê de ne dinihêre dibîne ku herî zêde malên Rûsya û welatên Yekîtiya Rûsyayê bi wan re hene. Welatê din ê ku derdikeve pêş jî DYA ye. Amûrên NATO, Çîn û Îranê jî di destê rêxistinê de hene. Li Iraqê piştî sala 2003yan çek hatin trensferkirin û sedema sereka ya vê yekê jî ev e. Ji bilî vê di destê DAEŞê de çek û cebilxaneyên welatên din jî hene."
Lêkolînerê Mafên Mirovan û Bazirganiya Ewlehiyê Wîlcken bi taybetî bal kişand ser çekên niha di destê rêxistina terorê de ne û gotku piraniya wan çekan di navbera salên 1970 û 1990î de hatine çêkirin û wiha axaftina xwe wiha domand: "Çekên di destê DAEŞê de ne kevnin. Salên 1980yî heyama Şerê Îran-Iraqê ji bo berhevkirin û îstifkirina çekan girîng bû. Levazimvanê Iraqê di wê demê de Rûsya bû. Çek kevnin lê divê bê zanîn ku di heyama hatine çêkirin de sewqî herêmê nehatine kirin û ev yek girîng e. Gelek çekên di stoka Pakta Varşovayê de bûn piştî dagirkirina Iraqê û sala 2003yan bi şûn ve ji hêla DYA, Îngiltere û welatên din ên ku di nav koalisyonê de ne cih digirin, sewqî Iraqê kirin.
- Firotina çekên li Sûriyeyê
Wilcken rewşa Sûriyeyê wekî "tevlihev" pênase kir û got ku piraniya çekên li herêmê malê Rûsya, welatên Sovyeta berê û Îranê ye. Wilcken wiha dewam kir, "Çekên li Sûriyeyê di nava komên ku li herêmê çalak in, digerin. Di navbera DAEŞ û hin komên çekdar ên li Sûriyeyê da jî hin pêwendî hene. Hin delîl hene ku berpirsên artêşa Sûriyeyê jî tevî gendeliyê bûne û çek firotine."
- Hejmara çekan diyar nîne
Wilcken qala hejmara çekên di destê DAEŞê da jî kir û got ku di warê hejmara çekên di destê rêxistinê da berhevkirina daneyan zehmet e û wiha xeberda, "Qismê sereke yê çekên di destê rêxistinê da ji tifingên otomatîk û kalaşnîkofan pêk tê. Ji xeynî vê, RBG sîstemên sereke yên bombeavêjê, wesayîtên bizirx ên ku malê ûris in û wesayîtên çarkêş ên ku performansa wan zêde ye û malê DYAyê ne jî bi kar tînin."
Di rapora Rêxistina Efûyê ya ku duh hat belavkirin da jî hatibû diyarkirin çekên ku DAEŞ li Iraq û Sûriyeyê diemîline, malê 25 welatên cuda ne, lê piraniya cebilxaneyê ji çekên DYA, Rûsya û welatên Sovyeta berê yên ku ji artêşa Iraqê hatin talankirin, pêk tê.
Di raporê da bal hat kişandin, piştî ku di serkêşiya DYAyê da di sala 2003yan da midaxaleyê Iraqê hat kirin, ber bi Iraqê va îtxalateke mezin a çekan dest pê kir û wiha hat gotin, "Tevî hemû endamên daîmî yên Konseya Ewlekariyê ya NYyê, zêdetirî 30 welatî di nava 10 salan da piştevaniya ekîpmanên leşkerî dan Iraqê. Ev ekîpmanên leşkerî ên ku mirov nikare hindik bihesibîne, ket destê DAEŞê û komên serhildêr ên ku di nava wan da DAEŞ serkêşiya wan dike jî hene."